Şandên Ukrayna û Rusyayê ji bo pirsa dexlûdan dê careke din bicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da xuyakirin, di civîna şandên Ukrayna û Rusyayê de, çawaniya veguhestina dexlûdanê Ukrayna hatiye gotûbêjkirin û her du alî rêkeftin ku heftiya bê careke din li Stenbolê bicivin.

Yekem civîna şandên Ukrayna û Rûsya, bi beşdariya berpirsên Netewên Yekgirtî û Tirkiyeyê, li Stenbolê birêve çû. Di civînê de, rêyên çareseriya veguhestina dexlûdan û xwarekên Ukrayna bo bazarên cîhanê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulusî Akar da xuyakirin, wan biryar dan careke din ew şand li Tirkiyeyê bicivin û hêvî dikin rêkftin were îmzekirin.

Hulusî Akar got: “Di civînê de, sazkirina navenda hemahengiyê, danîna çavdêriyên hevbeş li benderan û parastina ewlekariya arasteya keştiyên dexlûdanê hatin gotûbêjkirin. Şandên Ukrayna û Rûsya rêkeftin ku heftiya bê careke din li Tirkiyeyê bicivin. Di wê civînê de em ê li ser hemû hûrgiliyan rawestin û karên hatine kirin, dê werin îmzekirin.”

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres pêşwaziyeke germ li encamên civînê kir û got, ew bihêvî ye ku danûstandin bigihin encamê û xwarekê Ukrayna bigihin bazarên cîhanê.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres got: “Li Stenbolê, ji bo dexlûdanê Ukrayna bi awayeke ewle bigihe bazarên cîhanê, pêngaveke girîng hate avêtin. Di vê rewşa tarî ya cîhanê de ev çirûskeke hêviyê ye. Helbet ev civîna destpêkê ye. Em hêvî dikin, piştî şand ji paytextên xwe vegerin, emê bigihin rêkeftineke fermî. Ez geşbîn im.”

Guterres her wiha dibêje, ev diyalog her çend ji bo çareseriya krîza dexlûdan dest pê kiriye jî, ew hêvî dike danûstandin zedetir bi pêş ve biçin û bibin bingeha dawîkirina şer û aloziyan.