Sê welatiyên xelkê Akrê li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dan

Di navbera nahiyeyên Pîranşar û Nexede yên Rojhilatê Kurdistanê de tûşî bûyereke trafîkê bûn.
Weneya her sê welatiyên xelkê Akrê
Weneya her sê welatiyên xelkê Akrê

Hewlêr (K24) – Sê welatiyên nişteciyên gundekî sînorê Akrê di bûyereke trafîkê de di navbera nahiyeyên Pîranşar û Nexede yên Rojhilatê Kurdistanê de canê xwe ji dest dan.

Nişteciyê gundê Kêlebî yê li sînorê navçeya Akrê Mihemed Star Herkî ji Kurdistan24ê re ragihand, duh danê êvarê derdora demjimêr 7:20 xulke di bûyereke trafîkê de di navbera nahiyeyên Pîranşar û Nexede yên Rojhilatê Kurdistanê de sê welatiyên xelkê gundê Kêlebî yên bi navên Meqûs Rustem, Elî Hemedî û Fexrî Zêrû canê xwe ji dest dan.

Mihemed Star Herkî herwiha eşkere kir: “Em ji bûyerê agahdar nebûn, kesûkarên me yên li Rojhilatê Kurdistanê ji me re gotin ew sê welatî rastî bûyera trafîkê hatine, lê netirsin 'tendirustiya wan baş e'. Piştre derket holê ku jiyana xwe ji dest dane.”