Demîrtaş: Divê PKKê çekê xwe deyne

Hevserokê berê yê HDPê: Pirsgirêk bi çek û tundûtûjiyê nayên çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş radigihîne, divê PKKê çekê xwe deyne û bi Ocalan guftûgo bên kirin.

Rawêjkarê Demîrtaş Zinar Karavil li Twittera xwe nivîsî ku Demirtaş duhî li dadgehê zêdetirî demjimêrekê parastina xwe kir û da zanîn ku pirsgirêk bi çek û tundûtûjiyê nayên çareserkirin, divê PKK dest ji çekan berde û bi Ocalan re jî guftûgo bêne destpêkirin.

Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, duhî 6ê Îlona 2022an, bi rêya sîstema Deng û Dîmen (SEGBIS) beşdarî 6emîn rûniştina Doza Kobanî ya li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bû.

Demîrtaş diyar kir, di doznameya ku derbarê wan de hatiye amadekirin, mijarên derbarê Pirsa Kurd, axaftina Kurdî û meseleyên girêdayî Kurdbûnê hene û dibêje: “Divê herkes ji vê yekê dersekê werbigire. Divê em dawiyê li van êşên ku ev sed sal in em hevdû didin jiyîn, bînin. Ji bo çareseriyê divê hinek kes wêrek bin. Divê ji azadiya xwe fedakariyê bikin. Ligel siyasetmedarên tirsonek û beredayî ev kar nameşe. Ji bo me siyasetmdarên wêrek pêwîst e.”

Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku şiyana Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsa Kurd heye û got: “Divê Komara Tirkiyê li beramber demokrasiyê ligel Ocalan hevdîtinan pêk bîne. Ew siyaseta berdewamiyê ku li ser nijadperestiyê hatiye avakirin ji mêj ve hilweşiyaye. Êdî dema guherînan e.”