Şam: Kolera di bin kontrolê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyê Dr. Hesen El-Xabeş radigihîne, rewşa epîdemîolojîk a belavbûna Kolerayê di bin kontrolê de ye.

Di civîna de bi nûnerên ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên nehikûmî yên tenduristiyê yên ku li Sûriyê kar dikin re, El-Xebeş got ku hikûmetê giranî kar ji bo rûbirûbûna nexweşiyê, sektorên tendirustî û avê û hişyariya civakê dike.

El-Gebeş kiryarên dewleta Tirkiyê û rêxistinên wê yên terorîst ên derbarê qutkirina avê li ser welatiyên Hesekê û bajarên din ên Sûriyê ji 50 rojan ve şermezar kir û got ku ew kiryareke nemirovî ye ku dibe sedema karesatên mirovî û dibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Ji aliyê xwe ve, Cîgira Koordînatorê Çalakiyên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê û Seroka Nûnertiya UNHCR li Sûriyê Sivanka Dana Bala got ku ew ê bi Wezaretê tendirustoyê kar ji bo sînordarkirina belavbûna nexweşiyê û derbaskirina astengiyan bikin.

Di çend rojên borî de piştî tomarkirina haletên pêketin û mirina bi Kolerayê li navçeyên cuda ên Sûriyê, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) hişyarî ji belavbûna nexweşiya Kolerayê li seranserî Sûriyê dabû.