Serok Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê kir

"Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê biryareke girîng û bi bandor bû."
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya derbasbûna 52 sal di ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê re, peyamek belav kir û diyar kir, damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê biryareke girîng û bi bandor bû.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi helkefta derbasbûna pencî û du sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê dikim.”

Di peyamê de hatiye destnîşankirin: “Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bi rênîşandan û raspardeya cenabê Barzaniyê Nemir biryareke girîng û karîger bû, ji bo bihêzkirina rola mamostayên olî li Şoreş û xebata gelê me û her wiha belavkirina dîndarî û xwedanasî û kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û rûbirûbûna hizra tundrewiyê. Li gel eve da jî rol û qurbanîdana mamostayan û zanayên mezinên Kurd yên ola Îslamê li pêşxistina nermî û hizra neteweyî û nîştimanperwerî û redkirina jêrdestiyê li dîroka mîlletê me da gelek ber bi çav bûye û bi piştrastiyê ve ew rol li qonaxa niha û paşerojê de jî girîng û bi bandor dimîne.”

Serok Mesûd Barzanî diyar kir: “Di vê salvegerê de hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî ked û erkê wan yê pîroz dikim. Xwedayê mezin pişt û penayê me hemû aliyek be.”