Efrîn.. 3 sivîl di şer û pevçûnên grûpên çekdaran de hatin kuştin

Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) bajarokê Cindirêsê û hejmarek gundên navçeya Şêrewa kontrol kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve berdewam e û Heyet Tehrîr El-Şam (Nusra) derbasî nahiya Cindirêsê û hejmarek gundê Şêrewa bû û 3  welatiyên sivîl û 10 çekdar hatin kuştin.

Jêderekî xwecihî ji K24ê re ragihand, ji pêr 11ê Cotmehê ve şer û pevçûnên giran di navbera grûpa Cehhe El Şamiyê ji aliyekî û Firqeya Hemzat û Silêman Şah (Emşat) de li gundên navçeyên Şêrewa, Mabeta, Cindirês û Şiyê derketine.

Wî jêderî da zanîn, Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) derbasî bajarokê Cindirêsê û hejmarek gundên navçeya Şêrewa bû û kontrol kir.

Diyar kir jî, ji encama şer û pevçûn de, jinek bi navê Henîfa Nûrî li gundê Kurzêlê, jinek bi navê Fatime Ebdo li gundê Eyn Dara û zarokekî 3 salî li kampa Kuweyt Rehmê ya li nêzîkê gundê Qîbarê hatin kuştin û nêzîkî 10 kesan jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama şer û pevçûnan de, herî kêm 10 çekdar hatine kuştin.

Ji ber şer û pevçûnên di navbera grûpên çekdaran de, xeta sereke ya elektirîkê têk çû û elektirîk li ser bajarê Efrîn û Cindirêsê qut bû û agir bi daristanên navçeya Mabeta ket.

Her wiha rewşa ewlehiyê bi temamî têk çûye, tirseke mezin di nava xelkê Efrînê de derketiye û di malên xwe de mane.

Ev şer û pêşhat piştî wê yekê li Efrînê tên, roja Îna borî çalakvan Mihemed Abdulatîf, ku bi navê "Ebû Xenûm" tê nasîn li bajarê Babê ji aliyê grûpa Hemzat ve hatibû kuştin, vê yekê jî karvedan û nerazîbûna xelkê li pişt xwe anî û piştre di navbera grûpên çekdar de şer û pevçûn li Bab û Cerablusê derketin û gihîşt Efrîn.