Pisporê Rojhilata Navîn: Asayîbûna pêwendiyên Enqere û Şamê ne hêsan e

Piştî şerê navxweyî yê 11 salan Tirkiye hewl dide careke din bi Suriyê re pêwendiyên xwe sererast bike. Ji bo vê yekê jî di asta îstîxbaratî de hevdîtin berdewam dikin û rayedarên Tirkiyê jî peyamên erênî li ser vê mijarê didin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Piştî şerê navxweyî yê 11 salan Tirkiye hewl dide careke din bi Suriyê re pêwendiyên xwe sererast bike. Ji bo vê yekê jî di asta îstîxbaratî de hevdîtin berdewam dikin û rayedarên Tirkiyê jî peyamên erênî li ser vê mijarê didin. Lê belê pisporên li Enqere û Şamê rewşê dişopînin zêde hêsan nabînin ev asayîbûnê.

Di heyama ku di navbera Îstîxbarata Tirkiye û Surîyê de hevdîtin berdewam dikin pêşî Serokomarê Tirkiyê Erdogan pişt re jî Wezîrê Derve û Berdevkê Serokomariya  Tirkiyê ragihandin, çaxê dema wê hat, dibe ku Erdogan û Esad li gel hev bicivin.

Piştî ku glopa kesk di asta serokomarî de bo hevdîtina li gel Esad hate pêxistin nîqaşên gelo li ser kîjan mijaran rêveberiyên Enqere û Şamê gotûbêj kirin, gelo dikarin lihevkirinekê pêk bînin didomin.

Li gorî pisporên Rojhilata Navîn Enqere û Şam li ser çend mijarên sereke nîqaşan dikin û bi du armancan Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe li gel Sûriyê baş bike, lê lihevkirin niha ne pêkan e.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan ji K24ê re ragihand: “Sûriye ji Tirkiyê dixwaze ku hemû hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê derxîne û piştevaniya xwe ya bo hêzên muxalîf bi dawî bike. Tirkiye jî dibêje pêşî bila mijara YPGê û penaberan çareser bibe. Heta niha tu lihevkirinek çênebûye û demeke nêzîk de jî nepêkan e. Lê Tirkiye ji bo ku mijara penaberan ya destê muxalefetê bo hilbijartinê bihêz dike ji destê muxalefetê derxîne û ji Rûsya û raya giştî ya Cîhanê re peyama ku ew ji bo çareseriyan amade ne lê Sûriye naxwaze bide, di nava hewlan de ye.”

Pisporên ku li Şamê rewşê dişopînin jî dibêjin di hevdîtinên di asta îstîxbaratî de berdewam dikin de daxwazên Şamê zêde ne û Tirkiye jî taybetî bi Alîkariya Herêma Kurdistanê dixwaze çareseriyekê peyda bike. Di mijara panaberan de jî planên Tirkiyê nehatiye qebûlkirin.

Akademîsyenê Zankoya Şamê Prof. Dr. Mehmet Yuva ji K24ê re diyar kir: “Herî dawî li Mînskê îstîxbarata Tirkiye û Sûriyê civiyan. Di civînê de Sûriyê dîrok û nexşerêya vekêşina Tirkiyê ji xaka Sûriyê û dabînkirina zirar û ziyanîn heta niha bi destê Tirkiyê hatine kirin daxwaz kiriye. Daxwaza Tirkiyê ya li ser sînor bicihkirina penaberan jî hatiye redkirin. Beramberî vê yekê Tirkiye di serî de bi alikariya Birêz Barzanî, rêveberiya Hewlêr û Bexdayê û welatên derdorê ji bo ku aloziya li Sûriyê bê çareserkirin di nava hewldanan de ye. Ev hewla Tirkiyê jî dê Enqere û Şamê nêzîkê hev bike.”

Tirkiye û Sûriye piştî ku şerê navxweyî di sala 2011an de dest pê kir pêwendiyên xwe qut kiribûn û piştî 11 salan careke din hewl tê dayîn ku pêwendiyên navbera Şam û Enqerê de bên çareserkirin. Lê belê Pispor dibêjin kêşeyên mezin yên neçareserkirî hene nevbera aliyan de.