Li Stenbolê 34 endamên HDPê hatin desteserkirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî şervanên HPGê xwest li Stenbolê çalakiyekê li dar bixe, lê polîsan destûr neda çalakiyê û 34 endam û rêvebirên HDPê hatin desteserkirin.
Stenbol
Stenbol

Stenbol (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî endamên HPGê xwest li Stenbolê çalakiyekê li dar bixe, lê polîsan destûr neda çalakiyê û 34 endam û rêvebirên HDPê hatin desteserkirin.

Gelek rêvebir û endamên HDPê yên li Stenbolê li devera Şîrînevlerê ya navçeya Bahçelîevlerê kom bûn û xwestin êrîşên li ser endamên HPGê ku tê gotin ji aliyê Tirkiyeyê ve bi çekên kîmyewî pêk hatine, şermezar bikin.

Lê hejmareke zêde ya polîsam derdora HDPyiyan girt û rê neda ku çalakî were kirin, 34 endam û rêvebirên HDPyî hatin desteserkirin.

18ê Cotmeha 2022an, Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) eşkere kir û got ku di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi çekên kîmyayî de hatine kuştin.

Berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê jî îdiayên êrîşa çekên kîmyewî red kir û ragihand ew tiştên tê gotin derew in.