Rûbirûbûnên agirîn di qonaxa (16) a Champions League de

Navenda Nûçeyan (K24) – Pişka qonaxa (16) a Champions League hate kişandin û 2 rûbirûbûnên pir dijwar tê de tên lîstin.
Îro li bajarê Nyon ê Swîsreyê li navenda Yekîtiya Futbolê ya Ewropayê “UEFA” pişka qonaxa (16) a Champions League hate kişandin û tê de (Liverpool – Real Madrid) û (Paris Saint-Germain û Bayern Munich) rastî hevdu tên.
Lîstikên din ên di qonaxa (16) de:
Inter Milan – Porto
Leipzig – Manchester City
Club Brugge - Benfika
AC Milan – Tottenham Hotspur
Eintracht Frankfurt – Napoli
Borsia Dortmund – Chelsea
Gera yekem ên qonaxa (16) dê di (14, 15, 21 û 22) Sibata 2023an de bên lîstin, lîstikên vegerê jî di (7, 8, 14 û 15) Adarê de dibin.
