Elewî bo hikûmeta Tirkiyê: Nabe baweriya elewîtiyê wek çandekê bê dîtin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de partiya dehilatdariya vî welatî AK Partî bi çend kom yaseyan dixwaze di bin banê Wezareta Çand û geştûguzariyê de ji bo elewiyan Serokariya Çandê bê avakirin. Lê belê bi hezaran elewiyên ku ji vê yaseyê nerazî ne berê xwe dane ber parlementoya Tirkiyê û dan zanîn heqareteke mezin e ku baweriya elewitiyê wek çandekê bê dîtin û bang li hikûmetê kirin ku vê yaseyê betal bike.

Li Tirkiyê piştî ku serokkomarê vî welatî Recep Tayîp Erdogan serdana komeleyên elewiyan kir biryar da ku bi yaseyekê di bin banê Wezareta Çand û Geştûguzariyê de ji bo elewiyan serokatiyek bê avakirin û baweriya elewitiyê wek çandek bê dîtin. Tê çaverêkirin di 9ê Mijdarê de bo dengdayînê ev yase bê lijneya giştî ya parlementoyê. Lê belê bi dehan dem û dezgehên elewiyan yên li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdsitanê ji bo ku nerazîbûna xwe nîşan vê yaseyê bidin li Enqerê ber parlementoya Tirkiyê bi navê “Elewî li baweriya xwe xwedî derdikevin” çalakiyek lida rxistin. Di çalakiyê de bang ji hikûmetê hate kirin ku demldest ev yasaya ku Elewitiyê wek çandekê dibîne bê betalkirin.

Seroka Komeleya Elewiyên Demokratîk Kadriye Dogan ji K24ê re got: “Elewî li vî welatî heta niha her tune hatine hesibandin. Îro jî bi yaseyê tê xwastin ku nasnameya Elewiyan red bikin. Elewîtî baweriyek e, lê hikûmet bi yaseyê dixwaze wek tiştekî çandî nîşan bide. Bi vê yekê jî dixwaze elewitiyê asîmîle bike û ji holê rake. Em jî vê yekê qebûl nakin.”

Parlementerên HDP û CHPê yên Elewî jî diyar dikin ev yaseya 25 xalî pêk tê temamî dij baweriya elewitiyê ye û hikûmet bi du armancan vê yaseyê derdixe.

Parlementerê HDPê Alî Kenanoglu ji K24ê re got: “Yasayek ku ji 25 xalan pêk tê, hatiye amadekirin û ji bo statû û baweriya Elewitiyê tiştek nîne. Deverên ayînî û kesayetên ayînî yên Elewiyan nayên nasîn. Ev yase tê wateya tepisandina elewiyan û tê xwestin baweriya elewitiyê bê jibîrkirin.”

Parlementerê CHPê Yildirim Kaya diyar kir: “Elewî avahiyeke çandê naxwazin. Dixwazin cemxaneyên wan û ayînên wan azad û serbixwe bin. Dixwazin maf û statûya wan bê nasîn. Hikûmet baweriya elewitiyê wek çandekê nîşan dide bi vê yekê heqaretê Eleweiyan dike.

Bi nêzîkbûna hilbijartinan partiya deshilatdar AK Partî ji aliyekî ve hewl dide xwe nêzîkê Kurdan bike û ji aliyekî din ve jî bi çend yaseya dixwaze dilê elewiyan xweş bike. Lê belê dam û dezgehên elewiyan li ber parlementoya Tirkiyê bang li hikûmetê kirin ku bi yaseyan bo wan guherîn neye kirin ji ber ku elewîtî bawerî ye.