Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku mafên parlamenterên HDPê hatiye binpêkirin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Hevseroka berê ya HDP Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenterên HDPyî yên di sala 2016an de hatibûn girtin biryara binpêkirina mafê azadiya fîkrî da û li gel vê sizaya tazmînatê li ser Tirkiyê sepand.
DMME
DMME

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Hevseroka berê ya HDP Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenterên HDPyî yên di sala 2016an de hatibûn girtin biryara binpêkirina mafê azadiya fîkrî da û li gel vê sizaya tazmînatê li ser Tirkiyê sepand.

Li gor vê biryarê maddeya 18emîn a peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye jî ev peyman îmze kiriye hatiye binpêkirin.

Wate mafê azadiya fîkr û raman, mafê hilbijartin û bijardeyê yê siyasetmedarên HDPyî hatiye binpêkirin. Divê Tirkiye 184 hezar û 600 euro pere bide wan kesên ku mafên wan hatiye binpêkirin.

Beriya niha jî heman biryara binpêkirina mafê azadiya fîkr û ramanê bo Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî hatibû dayîn.

4ê Mijdarê 2016an de li gel hevserokên HDP Demîrtaş û Yuksekdag gelek parlamenterên HDPê bi bangeşeya rêxistina nelegal hatibûn girtin.