Li Tirkiyê karesateke şewatê: 9 welatiyên Sûrî canê xwe ji dest dan

Agir bi malekê ket û di encamê de 9 penaberên Sûrî canê xwe ji dest dan, ji 8 zarok in

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Bursa ya Tirkiyê agir bi malekê ket û di encamê de 9 penaberên Sûrî canê xwe ji dest dan ku 8 ji wan zarok in.

Li bajarokê Yildirim yê ser bi Bursa ve, derengê şeva borî agir bi malekê ket. Di encama şewatê de 8 zarok û dayikekê ku penaberên Sûrî ne canê xwe ji dest dan.

Li gorî medyaya Tirkiyê, tîmên agirkujiyê, polîs û ambulans piştî ku ji cihê şewatê hat agahdarkirin, ji bo alîkariyê gihîştin cihê bûyerê.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Alinur Aktaş da zanîn, temenê zarokan di navbera 1 û 11 de ye. 6 zarok xwişk û bira ne û Ddayika wan jî 31 salî ye. 2 zarok jî biraziyê malbatê ne.

Diyar kir jî, bavê zarokan ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hat rizgarkirin. Herwiha ji ber dukelê, dayik û bav û zarokek jî jehrawî bûn.

Li gorî tîmên agirkujê, eger ji ber sobeyê bi malê ketiye.

Piştî sala 2011ê hejmarek mezin ji xelkê Sûriyê ji ber rewşa şerê li wî welatî koçberî welatên cîran bûne. Li gor amaran jî, niha zêdetir ji 3.6 milyon penaberên Sûriyê li Tirkiyê dijîn.