Berdan Ozturk: Dagirker dixwazin Kurdan ji holê rakin
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê kongreya rojnamegerî ya HDP-TJA-DBP-KCD-MED TUHAD-FED-OHD û Dayikên Aşitiyê derbarê rewşa rêberê PKKê Abdullah Ocalan de birêve çû û hat amajekirin ku divê demildest hevdîtin li gel Ocalan bê kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevgirtiyên wê derbarê rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de civînek çapemeniyê li dar xist û di civînê de bang li rayedarên dewletê hat kirin ku rê li ber hevdîtina bi Ocalan re vekin.
Hevserokê KCDê Berdan Ozturk anî zimên ku dagirkerên Kurdan dixwazin Kurdan û destkeftiyên Kurdan ji holê rakin û ji ber vê yekê bo çareseriya Pirsa Kurd divê tecrîda ser Abdullah Ocalan were rakirin.
Di civînê de hat gotin ku CPT çûye heta Girava Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtin pêk neaniye.
Berdan Ozturk derbarê vê yekê de anî zimên ku CPT qet daxuyaniyek bo vê rewşê nedaye û helwesta CPT nayê qebûlkirin.
Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz jî anî zimên ku hem Hevserokên HDP, hem DBPê û hem Selahaddîn Demîrtaş ji hev cuda serî li hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dane û li benda bersivê ne.
Berdan Ozturk derbarê gotinên Pentagonê de ku gotibû “em li dijî operasyona bejahî ya ser Rojavayê Kurdistanê ne û divê operasyonên asîmanî bi dawî bibin” jî destnîşan kir, helwesta Kurdan wisa kiriye ku Amerîka wan gotinan bêje û Amerîka li gorî berjewendiyên xwe tev digere.