Tehran: Ji sedî 83ê desteserkiriyan hatine berdan

Dozgerê Giştî yê Tehranê Elî Qasî Mîhr ragihand, ew kesên ji xwe xwepêşandanên van demên dawî hatibûn desteserkirin, %83ê wan hatine berdan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dozgerê Giştî yê Tehranê Elî Qasî Mîhr ragihand, ew kesên ji xwe xwepêşandanên van demên dawî hatibûn desteserkirin, %83ê wan hatine berdan.

Elî Qasî Mîhr diyar kiriye, kesên di zindanê de mane, hejmara wan gelek kêm e û piraniya wan ew in ku serkirdetiya kiryarên "aloziyê" kirine.

Herwiha eşkere kiriye, di nava sê mehên borî de 2 hezar û 239 dadgerên dosyeyan û berpirsên desthilata dadweriyê ya Tehranê serdana zindanan kirine û rasterast ligeş desteserkiriyan axivîne.

Di 13ê vê mehê de Dozgerê Giştî yê Tehranê ragihandibû, sizayê zindanê bo 400 kesan derçûye, ku beşdarî kiryarên aloziyê bûne û 160 ji wan li Tehranê ne û sizayên wan di navbera 5 heta 10 sal zindanîkirinê de ye û 80 kesên din bi 2 heta 5 salan, 160 kes jî bi 2 salan hatine zindanîkirin.