Egera danîna qeyûmek li cihê Serokê Şaredariya Stenbolê heye

Nîqaşa egera tayînkirina qeyûmek ser Şaredariya Stenbolê ku piştî salên dirêj ji AK Partî derbasî CHPê bû, di rojeva Tirkiyeyê de bêhtir dibe.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Nîqaşa egera tayînkirina qeyûmek ser Şaredariya Stenbolê ku piştî salên dirêj ji AK Partî derbasî CHPê bû, di rojeva Tirkiyeyê de bêhtir dibe. Li gor aliyên opozîsyonê Wezareta Navxweyî amadekariyê dike ku qeyûmek ser Şaredariya Stenbolê tayin bike û derfetên şaredariyê ji bo desthilatê were bikaranîn. Çavdêrên siyasî d wê baweriyê de ne ku bi tayînkirina qeyûm piştgiriya xelk ji bo aliyê opozîsyonê dê zêdetir bibe.

Li Tirkiyê ev demek e di rojeva medya û siyaseta li vî welatî de behsa tayînkirina qeyûmek li ser şaredariya Stenbolê ku piştî 15 salan ji AK Partî ket destê CHP tê kirin.

Piştî biryara sizaya zindan û qedexeya siyasetê ya ji hêla dadgeha herêmî ve bi hinceta tehde li endamên lijneya hilbijartina bilind kiriye bo şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hat dayîn, li gor Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê pêwendiya gelek karmendên şaredariya Stenbolê bi ‘terorê’ ve heye û li ser vê mijarê hin belge radestî dozgeriyê kirine.

Rojnamevan Oral Çalişlar ji K24ê re ragihand: “Eger hikûmet qeyûmek li ser Şaredariya Stenbolê tayîn bike ev bi ya min nabe suprîz. Bi rêbaza tayînkirina qeyûman desthilat dê zirareke mezin bibîne. Eger hûn îradeya gel nas nekin, şûna kesên bi dengê gel hatine hilbijartin qeyûm tayin bikin, xelk jî di hilbijartinê de kesên qeyûmparêziyê dike dê ji desthilatê dûr bixe.”

Li gor hin nivîsên di medyaya Tirkiyê de tên belavkirin, qeyûmê ku were ser kar jî ji hêla desthilat ve hatiye diyarkirin û armanc ew e ku derfetên şaredariya bo bangeşeya hilbijartinê were bikaranîn.

Rojnamevan Ferhat Yaşar ji K24ê re ragihand: “Piştî sala 2019an Şaredariya Stenbolê ket destê CHP, di navbera Şaredarê Stenbol û aliye rayedarên hikûmeta AK Partî de nîqaş dest pê kir û hê jî didom in. Hem aliyê desthilatê jî hem aliyê opozîsyonê jî dibêjin ihtimalek heye ku qeyûm were tayînkirin. Di rewşeke wiha de piraniya dengdêr di hilbijartinê de dengê xwe dê bidin namzede opozîsyonê.”

Çavdêrên siyasî hem ên nêzî hikûmetê yên nêzî opozîsyonê jî di wê baweriyê de ne ku li Şaredariya Stenbolê qeyûm were tayînkirin, xelk piştgiriyeke mezin dê bide Îmamoglu weke ku piştgiriya bo Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ku piştî sala 1994an wek Şaredarê Stenbolê hatibû hilbijartin û rastî heman proseyê hatibû.