Ji ber dorpêça li ser taxên Kurdan ên Helebê 2 zarok bûn qurbanî

Dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê li ser taxa Şêx Meqsûd
Dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê li ser taxa Şêx Meqsûd

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê li ser taxên Kurdan ên li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) ku nahêle sotemenî û derman jî derbas bibin, 2 zarokan canê xwe ji dest dan.

Li gorî raporên bijîşkî, bebikê bi navê Hisên Ebdullah Kîbar yê 17 rojî û Wîsam Sîdo yê 4 salî di encama sermayê û nebûna dermanan de canê xwe ji dest daye.

Di vê derbarê endamê rêveber ê Encûmena Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Mir’î El-Şiblî got: “Li her du taxan, ji ber dorpêça Firqeya 4′an bandor li hemû warên jiyanê bûye û xelk di nava şert û mercên zehmet de ne. Herî dawî jî li gorî raporên bijîşkî zarokekî 4 salî û bebikekî 17 rojî ji ber sermayê canê xwe ji dest dane. Ger dorpêç dewam bike dê hatetên mirinê zêdetir bibin.”

Zarokê Helebê

El-Şiblî destnîşan kir ku Firqeya 4′an li pêşiya çavê hemû aliyên têkildar nahêle sotemenî, derman û pêdiviyên jiyanê derbasî her du taxan bibin.

El-Şiblî bang li aliyên pêwendîdar kir ku zextê li Firqeya 4′an bikin, da ku dawî li dorpêçê bîne, ji ber ku jiyana bi hezaran kesî di bin metirsiyê de ne.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn ku nêzîkî 200 hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn, di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.

Rêbendeke rêjîma Sûriyê

KOÇBERÊN EFRÎNÊ 3 MEH IN DI BIN DORPÊÇÊ DE NE

Li gorî zanyariyên K24ê, Herêma Şehba ya li bakurê Helebê û koçberên Efrînê lê dimînin ji heyama 3 mehan ve di bin dorpêçeke tund a ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê de ye û rê nade sotemenî û derman derbasî wê herêmê bibin û koçber jî di rewşeke pir dijwar û zehmet de ne, bi taybet niha di werzê zivistanê de.

Li gor zanyariyan, berî çend mehan Firqeya 4 rê dida rêjeyeke kêm ji sotemeniyê derbasî herêma Şehbayê bibe, lê ji 3 mehên dawîn ve, bi temamî rê li ber derbasbûna tankerên mazotê û gazê girtiye.

Herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 150 hezar Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne.