Beşar Esed li ser hevdîtinên bi Tirkiyê re mercê xwe eşkere kir

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, hevdîtina Sûriye û Tirkiyê bi çavdêriya Rûsyayê ji bo ku berhemdar be, divê li ser bingeha bidawîanîna "dagirkeriya Tirkiyê" be.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, hevdîtina Sûriye û Tirkiyê bi çavdêriya Rûsyayê ji bo ku berhemdar be, divê li ser bingeha bidawîanîna "dagirkeriya Tirkiyê" be.

Dawiya meha borî, Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê, li Moskowê civiyan, ku ji sala 2011an ve yekem hevdîtina rasterast û fermî ya navbera herdu welatan bû.

Îro Pêncşemê 12ê Çileya 2023an, Beşar Esed du daxuyaniyekê de ragihand, hevdîtinên ku ligel Tirkiyê têne kirin, ji bo ku berhema wan hebe, divê li ser bingeha hevahengiyê û plana pêşwext a Sûriyê û Rûsyayê werin sazkirin û armanca xwe pêk bînin û encameke diyarkirî bidin dest.

Beşar Esed diyar kiriye: “Divê hevdîtin li ser bingeha niştimanî ya neguherî ya dewletê û gelê Sûriyê were damezrandin û tekezî li ser bidawîanîna dagirkeriya Tirkiyê û rawestandina piştevaniya terorê bikin.”

Beriya ku şerê Sûriyê dest pê bike, Recep Tayyip Erdogan dostê Beşar Esed bû û pêwendiyên bihêz ên herdu welatan hebûn.

Piştî serhildana xwepêşandanên Sûriyê, Tirkiye kete bereya dijminên Esed û Erdogan daxwaz dikir ku Esed ji desthilatê biçe.

Ji sala 2016an ve, artêşa Tirkiyê sê operasyonên serbazî li dijî navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê kirine, ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne.