Cîgira Seroka Koma HDPê: Em ê heta 3 hefteyan namzedê xwe diyar bikin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Hevpeymana Ked û Azadî ya ku bi pêşengiya HDP hatiye avakirin li Tirkiyeyê yekem mitînga xwe ya îsal li Stenbolê li dar xist. Hevserokên HDP û serokên partiyên din ên di heman tifaqê de cîh digirin peyamên li dijî şer, pergala qeyûman û xizaniyê belav kirin. Cîgirserokê Koma HDP Meral Danış Beştaş jî ragihand heta destpêka meha Sibatê namzedê xwe yê Serokkomariyê dê eşkere bikin. Piştî bidawîbûna mitîngê herî kêm 20 alîgirên HDP hatin desteserkirin.

Ber bi hilbijartina Parlamenterî û Serokkomarî li Tirkiyeyê ku tê çaverêkirin meha Hezîranê dê bê kirin, Tifaqa Ked û Azadî ya ku serkêşiya wê HDP û hin partiyên çepgir, sosyalîst dike yekem mitînga xwe li qada Kartal a Stenbolê bi beşdariya bi deh hezaran kesî pêk anî.

Hevserokên HDP bal kişandin ser rola partiya xwe ya li ser diyarkirina encama hilbijartinan û Serokkomarê xwe dê hilbijêrin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di mîtîngê de got: “Ji bo têkçûna rejîma desthilata AKP û MHP em li vir kom bûn. Çawa me hilbijartina berê ya 7ê Hezîranê çarenivîsa desthilatê diyar kir di vê hilbijartinê de jî em ê bi dostên xwe bi tifaqa xwe tesîreke mezin li encaman bikin.”

Cîgira Seroka Koma HDP Meral Danış Beştaş jî ragihand herî dereng destpêka meha Sibatê namzedê xwe yê bo Serokkomariyê dê eşkere bikin.

Cîgira Seroka Koma HDPê Meral Daniş Beştaş ji K24ê re got: “Em ê bi namzedê xwe bikevin hilbijartinê. Xebatên me dest pê kiriye. Îro mitînga me yekemîn e. Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve. Em ê heta 3 hefteyan namzedê xwe bo raya giştî diyar bikin.

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier diyar kir: “Gelek nav hene bo namzediya Serokkomariyê. Niha em li ser van navan danûstandinên xwe berdewam didomîn. Namzedê ku em ê eşkere bikin bêguman hemû civakê bihewîne û jê kêfxweş bibe.”

Ji xeynî berpirsên Partiya Karkeran a Tirkiye hemû berpirsên partiyên din ên di tifaqê de cîh digirin derketin ser sehneyê gotara xwe pêşkêşkirin. Li ser pirsa sedema neaxaftina Partiya Karkeran a Tirkiye ku parlamenterên wan hatibûn mitîngê bersivek nehat dayîn.

Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê berê yê HDP ku ji sala 2016an pê ve di zindanê de ye li qadê bi stranekê ku bi xwe nivisî û deng kir peyamên hevgirtina kedkar û karkeran li dijî desthilata siyasî belav kir.

Hat ragihandin piştî bidawîbûna mitîngê dema girse belav dibû herî kêm 20 alîgirên HDP hatin desteserkirin.