Li Diyarbekirê di sala 2022an de 24 kes di qezayên trafîkê de mirine

Qezayên trafîkê her ku diçe zêde dibin ku sala borî 24 kesan di qezayan de jiyana xwe ji dest dan.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê qezayên trafîkê her ku diçe zêde dibin ku sala borî 24 kesan di qezayan de jiyana xwe ji dest dan, pisporên ajokariyê dibêjin piraniya qezayan ji guhnedana rêzikên trafîkê pêk tên ku li gorî daneyan her sal li tevahiya cîhanê kêmzêde 1 milyon 3 hezar kes ji qezayan dimirin.

Qezayên trafîkê bi awayekî berdewam li Diyarbekirê dibin sedema mirin û birîndarbûnê û bi taybetî jî li rêyên sereke yên nav bajêr rû didin. Qezayên trafîkê yên dibin sedema ziyana maddî û canî li gel hemû bergirî û hişyariyan dîsa jî rû didin.

Li gorî daneyên Saziya Amaran a Tirkiyeyê li Diyarbekirê di sala 2022yan de 2 hezar û 551 qeza rû dane û di van qezayan de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 327 kes jî birîndar bûne. Pisporên qada ajokariyê dibêjin piraniya qezayên trafîkê ji guhnedana rênimayên trafîkê pêk tên.

Berpirsê Dibistana Ajokariyê Mehmet Yildirim ji K24ê re diyar kir: “Sedemên herî mezin ên qezayê lezçûn, stres û mesafeya navbera wesaîtan de ye. Wej mîna eger leza wesaîtekê 90 km be divê dûrbûna ji wesaîta pêşiya xwe 45 metre be. Navê vê mesafeya şopandinê ye. Nav bajêr sînorê lezçunê 90 km be ajokar ser 120 km diçin. Dema wisa be qeza ru didin. Divê em bizanin ne tenê em di trafîkê de ne. Em berpirsên ewlekariya kesên din in jî.”

Pisporên qada ajokariyê hişyariyê didin ku  bila ti ajokarek nebêje qeza nayê serê min û divê ti caran ajokar baldariya xwe winda nekin. Kesên bi salan e nane xwe ji ajokariyê peyda dikin jî dibêjin jixwebawerbûn rê li qezayan nagire û ya herî baş baldarî ye.

Ajokar Orhan Ergîn dibêje: “Ev 30 sal in ez ajokariyê dikim. Pîşeya min e. Şikir ji xwedê re hîn qezayek wisa ciddî nehatiye serê min. Gelek kes hene ji xwe bawer in. Dibêjin ez qeza nakim. Ev nêrîn xelet e. Divê lezê nekin.”

Qezayên trafîkê li tevahiya cîhanê li ser jiyana mirovan gefek berdewam e ku li gorî daneyan her sal li tevahiya cîhanê 1 milyon û 300 hezar kes di encama qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin û %13ê qezayan ji ber lezê rû didin.