Rosy Cave bo K24: Brîtanya di piştevaniya Herêma Kurdistanê de berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Brîtanya tekezî li ser berdewamiya dana şêwirmendiyê û piştgiriya Herêma Kurdistanê li hember êrîşên mûşekî û firokeyên bê firokevan dike.

Konsula nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê, ku dê heftiya bê belav bibe, tekezî li ser piştgiriya welatî xwe bo Herêma Kurdistanê kir.

Rosy Cave got: “Brîtanya dê berdewam be li ser pêşkêşkirina şêwirmendî û piştevaniya ji bo rûbirûbûna êrîşên hovane û xwînrêj ên li ser Herêma Kurdistanê.”

Vê dîplomata Brîtanî hûrgiliyên piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê neda, lê bi geşbînî behsa pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir.

Konsula nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave di yekemîn beşdariya xwe ya di medyaya Kurdî de, bal kişand ser çend mijarên girêdayî pêwendiyên navbera Hewlêr û Londonê û piştevaniya Brîtanyayê bo bernameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkariyên welatê xwe di warê ewlehî, perwerde û aborî de.

Derbarê peywendiyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de jî, Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku mijara hinardekirina berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê li bazarên Brîtanyayê li gel hikûmeta wî welatî hatiye axaftin, her weke beriya niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, ji bo dîtina bazarên nû li welatên Ewropa û cîhanê ji bo firotina berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê dixebitin.

Herwiha Rosy Cave got: “Em gelek ji nêzîk ve li gel berpirsên pêwendîdar ên hikûmeta Brîtanya kar dikin ji bo dîtina rêyekê bo berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê bigihînin bazara Brîtanyayê.”