Kesek piştî 149 demjimêran ji bin kavilên erdhejê hat rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Antakya yê Hatayê, kesek piştî ku 149 demjimêran hat rizgarkirin.

Li bajarê Antakya kesê bi navê Mistefa Sarigul ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve bi saxî ji bin kavilên avahiyekê hat derxistin.

Bi piştgirîya tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên cuda û tîmên Romanyayê, xebata rizgarkirina Mistefa Sarigul bi qasî 5 demjimêran dewam kir.

Mistefa Sarigul 35 salî ye û piştî gelek hewldanên dijwar bi saxî ji bin kavilan hat derxistin û ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.