Rêvebirê Giştî yê WHO bi firokeyeke alîkariyan gihîşt Helebê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus gihîşt parêzgeha Helebê û rewşa bajêr ji nêzîk ve lêkolîn kir

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) Rêveberê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus duhî Şemiyê gihîşt bajarê Helebê yê ku ji ber erdhejê, gelek avahî hilweşiyane û bi sedan kesan canê xwe ji dest dane.

Ghebreyesus, ji Firokxaneya Navdewletî ya Al-Maktoum a Dubeyê ligel alîkariyên mirovî ya bi qasî 290 hezar dolar, derman û pêwîstiyên neştergeriyê û bi hevrêziya ligel Bajarê Mirovî ya Navdewletî ya Dubai (IHC) gihîşt Helebê.

Ghebreyesus di serdana xwe de got: “Ji bo alîkariya xelkê li seranserê welêt, ez gihiştim Helebê. Ez xemgîn im ji ber ku hewaya sar û pirsgirêk di dabînkirina cih, xwarin, av, germahî û lênihêrîna bijîjkî ji bo kesên rizgar bûne, heye.”

Ji aliyekî din ve, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî di roja Îna borî di daxuyaniyekê de ragihand, biryar e firokeyeke din a alîkariyan roja Yekşemê bigihe Sûriyê û tê çaverêkirin ku 37 ton pêdiviyên tendirustiyê yên hawarhatinê ji bo 300 hezar kesan hilgire.”

Erdheja ku li Mereşa Bakurê Kurdistanê rû daye, bandoreke wêranker li Sûriyê jî kir û li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara qurbaniyên erdheja Sûriyê heta niha gihiştiye 5273 kesan.