Fransa di dirêjahiya şerê li dijî DAIŞê de piştevaniya hêzên Pêşmerge kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fransa yek ji wan welatên Ewropayê ye ku piştî derketina DAIŞê herî zêde zirar dîtiye. Fransa di şerê li dijî DAIŞê de bi gelek awayan alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê jî berdewam rûbirûyê paşmahiyên DAIŞê dibin û planên wê grûpa çekdar pûç dikin.

Parîs û Hewlêr ji aliyê erdnîgarî ve ji hev dûr in, lê pêwendiyeke wan a germ û demdirêj heye, berî her tiştî ew hevkarên cidî ne di şerê li dijî terorê de. Ji roja yekem ve Pêşmerge li şûna hemû cîhanê li ser erdê li dijî DAIŞê şer kir û ew têk bir. Fransa jî bilez têgihîşt rola girîng û diyarker a Herêma Kurdistanê û piştgiriyeke baş a leşkerî û manewî da Kurdistanê.

Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê di sala borî de çend planên çekdarên DAIŞê pûç kirin.

Li gor zanyariyên Rêveberiya Giştî ya Dijeterorê ya Kurdistanê, di heyama sala 2022an de, hêzên wan karîne sê planên mezin ên çekdarên DAIŞê yên ku dixwestin li Hewlêrê çalakiyên terorîstî pêk bînin, pûç bikin.

Roja 25ê Çileya 2022an hêzên ewlehiyî yên Hewlêrê 2 çekdarên DAIŞê yên ku bi niyaz bûn li bajarokê Enkawayê çalakiyeke terorîstî pêk bînin, girtin.

Roja 8ê Mijdara 2022an, hêzên Dije-Terorê 2 çekdarên din ên DAIŞê yên ku ji Kampa Hola hatibûn Hewlêrê û plana kiryarên terorîstî dikirin, girtin.

Her li bajarê Hewlêrê, roja 23ê Berfanbara 2022an, du çekdarên din ên DAIŞê hatin desteserkirin ku ji aliyê mîrekî DAIŞê yê bi navê Erkan Seîd Fezil ve hatin raspardin ku bi teqandina otomobîleke bombekirî û piştîneyên bombekirî kiryarên teroristî li Hewlêrê pêk bînin.

Li gor zanyariyên Dije-Terora Kurdistanê, wan çekdaran çek û kelûpelên serbazî jî kirîn û plan dikirin ku di paşerojê de zêdetir kiryarên terorîstî bikin. Lê bi hewl û hişyariya dezgehên ewlekarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew kes hatin dîtin û girtin.