Amerîka berpirsekî pilebilind ê DAIŞê dîl girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di operasyoneke hevbeş a ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de serkirdeyekî DAIŞê li rojhilatê Sûriyê hat girtin.

Artêşa Amerîkayê duhî Şemiyê ragihand, hêzên wan ligel HSDê êrîşek bi helîkopterê li rojhilatê Sûriyê pêk anî û di encamê de berpirsekî payebilind ê DAIŞê yê bi navê Batar hat girtin.

CENTCOM di daxuyaniyeke de ragihand, Batar “di plankirina êrîşan de li ser navendên binçavkirinê yên di bin çavdêriya HSD'ê de û çêkirina bombeyên bidestçêkirî de beşdar bûbû.”

Li gorî daxuyaniyê ti sivîl, şervanên HSDê û hêzên Amerîkî canê xwe ji dest nedane û ne jî birîndar bûne.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, CENTCOMê daxuyaniyeke din da û tê de diyar kir ku êvara Şemiyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi mûşekan êrîşî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatiye kirin, lê diyar kir ku ti ziyanên canî çênebûne.

Ev operasyon piştî wê tê, roja Înê di encama êrîşeke asmanî ya hêzên Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê de, serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin û 4 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.