Ala Kurdistanê ya dîroka wê vedigere berî 100 salî pêşkêşî Serok Barzanî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Ala Kurdistanê ku 100 sal in ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve tê parastin, ji bo Serok Barzanî hat pêşkêşkirin.

Sînem Xan Bedirxan keça Mîr Celadet Bedirxan ala ku 100 sal in malbata Bedirxaniyan parastiye, pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Sînem Xan Bedirxan got: “Ez naxwazim piştî min ev bîr û dîrok winda bibe. Tekane kesê ku dikare wê biparêze Serok Barzanî ye, lewma min al diyarî wî kir.”

Ev al, ji bîranîna malbata Bedirxaniyan e, her çend temenê Sînem Xanê mezin dibe, lê dîsa jî bîranînên malbata xwe û tevahiya dîroka malbata Bedirxaniyan bi bîr tîne.

Her wiha ev al, ji Emîn Bedirxan ve ji Celadet Bedirxan (bavê Sînem Xanê) re maye. Piştî koça dawiyê ya Rewşen Bedixan (diya Sînem Xanê) di sala 1996an de, ev al wek amanet ji Sînem Xanê re dimîne.