Real Madrîd Liverpool têk bir û ji çaryek-fînala Champions League nêzîk dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd şeva borî bi encama (5-2) mêvandara xwe Liverpool têk bir û gavek ber bi qonaxa çarîk-fînala Champions League de avêt.

Di gera çûnê ya qonaxa (16) a Champions League ya Ewropayê de, Liverpool li stadyuma Anfield mêvandariya Real Madrîd kir û bi encama (5 - 2) têk çû.

Destpêkê Liverpool bi du golên ji îmzekirina Darwîn Nunez ê Uruguayî û Mohamed Salah ê Misrî di xulekên (4 û 14) bi pêş ket.

Lê belê, Real Madrîd vegerek seyr kir û pênc golên li ser hev bi riya Vinicius Jr. du gol di xulekên (21 û 36) de, Eder Militao di xuleka (48) de û Karim Benzema du gol di xulekên (56 û 67) de tomar kirin.

Real Madrîd bi vê serkeftinê, gavek mezin avêt ber bi çarîk-fînala Champions League avêt. Lîstika gera vegerê jî dê sê hefteyên din were lîstin.