Endezyar mercên avadaniya nû ya ji erdhejan parastî diyar dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3 bajêr û gelek navçe û gund ji ber erdhêjê bi giştî kavil bûn. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî ragihand ku dê ciyê 3 bajêran bê guhartin û ew bajêr dê jinûve li ciyekî din bên avakirin.

Bajarê Semsûrê ku ji ber erdhêjê %80'ê zêdetir hilweşiya û kavil bû, êdî dê li vê xalê nemîne û li ciyekî din jinûve bê avakirin.

Endezyarên Înşaatê balê dikşîinin ku Tirkiye û bakûrê Kurdistanê di bin metirsiyên erdhêjan de ye, lê li gor lêkolînên ku hatine kirin, 5 sedem û kêmasiyên avahiyan hebûne ku bûye sedem ku ew qas zêde ziyan çêbibe.

Endezyarê Înşeatê Kanîwar Cebraîl ji K24ê re got: “Me gelek gotûbêjkirine wekî endezyar, li gel endezyarên Wezareta Avedankirinê ya Tirkiyê. Bi xweşhalîve ewan jî hindek melûmat jî dane me. Mesela Koleja Endezyarî ya Zanko ya Atîna raporteke meydanî amade kiriye ku li ser zelzela ku li Mereş û Hatayê çêbûyî vekolînekî kiriye. Li gor wê vekolîn û raporê jî sedemên serekî yên rûxana van avahiyan bi 5 xalan danîne li ber çavan.  Ew 5 xal gişt jî babetên pisporî yên endezyarî ne.”

Endezyar û Avahîsaz balê dikşînin ku di lêkolînên ku hatine kirin de, kêm bikaranîna hesin, li gor standartên pêwist bihevgirêdana hesinan bicîk nekirin, nebûyîna cisir (kirîşan) û nebûyîna dîwarên erheja wek sedemên ruxandina avahîyane ku ziyanên mezin ên canî peyda kirine.

Avahîsaz Seval Çelenk got: “3 roj beriya erdhêjê, me bi hevalekî endezyarê înşaatê re li ser projeyekî kar dikir û min got ku 'ev der gelek bê piştgirî ma em stûnekî (kolonekî) bo vê derê lê zêde bikin. Wî jî gotibû ku 'ewê zelzeleyekî ji 7.5 berztir çêbbibe û 70 çirke berdewam bike ku bibe sedem ev de biderize' Bala xwe bidinê, hêj bi ser vê sohbetê de 3 roj derbas nebû erdhêj çêbû. Di encamê de jî bajêr têkçûn, em nikarin biçin nav avahiyên xwe. Yanî divê em hişmendiya her tiştên xwe biguhêrin. Divê zemîn baş bê vekolîn û ji hemû pisporiyên wek Endezyarên Jeolojiyê, înşaatê û ji avahisazan sûd werbigirin û li gor raporên wan avadaniya nû ya ciyên nû bikin.”

Piştî erdhejên dawî ji bajêrê Semsûrê kavil û xirave mane. Êdî ev bajar dê li ciyekî din vejîna xwe pêk bîne. Endezyar û Avahîsaz jî balê dikşînin ku divê ew bajarên nû li gor nirx û pîvanên ku ji erdehejan parastî bin bên avedankirin.