Putin: Şerê ji bo xaka me ya dîrokî didome

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, şerê ji bo xaka dîrokî ya welatê wan berdewam e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, şerê ji bo xaka dîrokî ya welatê wan berdewam e.

Vladimir Putin li Moskowê beşdarî Konserta Niştimanî bû û li wê derê ragihand, serbazên Rûsyayê bi qehremanî û bi wêrekî şer dikin û ew şanaziyê bi wan dike.

Putin diyar kir: “Gelek kes hene ku biryar dane, tiştê herî bi nirx û herî pîroz ku malbat û axa me ye, biparêzin.”

Serokê Rûsyayê dibêje: “Fermandarên me yên serbazî, ji bo axa dîrokî û xelkê xwe, şer dikin.”

Ji 24ê Sibara 2022an ve, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, êrîşî axa Ukraynayê hat kirin û ji ber êrîşê bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatine kuştin û bi milyonan Ukraynî jî awareyî welatên Ewropî bûn, heta niha jî ew şer berdewam e.