Desteya Veberhênanê: Em derbarê silametiya avahiyên Herêma Kurdistanê de pêdaçûnê dikin

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand, hemû kompaniyên ku di warê veberhênanê de li Herêma Kurdistanê dixebitin, di bin serperiştiya Desteya Veberhênanê de karên xwe encam didin.

Hewlêr (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand, hemû kompaniyên ku di warê veberhênanê de li Herêma Kurdistanê dixebitin, di bin serperiştiya Desteya Veberhênanê de karên xwe encam didin. Herwiha got: “Sala borî Wezareta Plandanînê çend kod ji bo silametiyê destnîşan kirine.”

Îro Pêncşemê 23ê Sibata 2023an, Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, her wek çawa biryara banka navendî di balafirgeh û cihên din de tê cîbicîkirin, bi heman şêwe di projeyên niştecîbûnê de jî têne cîbicîkirin.

Mihemed Şukrî eşkere kir, hemû kompaniyên di warê veberhênanê de li Herêma Kurdistanê kar dikin, li jêr serperiştiya Desteya Veberhênanê de karên xwe encam didin. Herwiha diyar kir: “Kompanî hemû Tirkî nînin, kompaniyên din ên navxwe û biyanî jî hene.”

Şukrî got: “Sala borî Wezareta Plandanînê çend kod ji bo silametiyê destnîşan kirine, ew jî tekezî li wan kodan dikin ku ji bo welatiyan herî bi silamet in.”

Herwiha diyar kir, heta niha ti avahiyek li Herêma Kurdistanê ji ber erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ziyan nedîtine û metirsiya hilweşînê li ser wan tune ye. Ev jî ji ber wê şêwaza baş a dizaynkirina projeyan e ku veberhêneran ji bo çêkirina wan avahiyan li ser wan xebitîne.