Pakistan.. Di teqînekê de 14 kes hatin kuştin û birîndarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro danê sibê li bazareke Barkhan a eyaleta Belûçistanê ya Pakistanê teqînek pêk hat û herî kêm 4 kes hatin kuştin.

Kanala “Geo TV” li ser zarê jêderekî ji polîsên xwecihî ragihand: “Di teqînê de 4 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyan hatin rakirin.”

Li gorî lêkolînên destpêkê yên polîsan, teqîn ji encama bombeyeke destçêkirî bû ku di motorsîkletekê hatibû bicihkirin de.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Belûçistanê Mîr Ebdulqiddûs Bizenco ev teqîna terorîstî şermezar kir û aliyên pêwendîdar raspardin ku hemû rêyan bigirin, ta ku tawankar bêne girtin.

Her wiha li Twitterê nivîsî: “Yên ku xwîna bêgunehan dirijînin, dijminên mirovahiyê ne. Terorîst hewl didin ku aloziyan çêbikin, ta ku armancên xwe yên xerab cibicî bikin, lê em rê nadin kesên dij-dewletê bi ser bikevin.”

Tekezî li ser wê yekê kir jî, hikûmet dê stratejiyek bibandor ji bo rûbirûbûna terorê bigire.