Li Semsûrê bi hêza 4.1 pile erdhej rûda

Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê îro di demjimêr 19:16 xulekan de bi hêza 4.1 pile erdhej rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê îro di demjimêr 19:16 xulekan de bi hêza 4.1 pile erdhej rûda.

Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), li navçeya Sergolan a ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4.1 pile erdhej rûda.

Hat ragihandin ku erdhej di demjimêr 19:16 xulekan de û 7,34 kîlometre di bin erdê de rûda.

Ev di demekê de ye ku îro li Meletiyê jî erdhejeke bi hêza 5.6 pile rûda û hejmarek avahî hilweşiyan.

Li gor ragihandina Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD), îro danê nîvro demjimêr 12:04ê de li bajarokê Çirmikê yê ser bi Meletiyê ve erdhejek bi pileya 5.6 rûda.

Li gor zanyariyan, hejmarek avahiyên ku di erdhejên berê de zererên mezin dîtibûn, hilweşiyane.

Herwiha îro danê sibê jî li bajarê Semsûrê jî erdhejek bi pileya 5.0 rû dabû.