Hevpeymaniya Milet eşkere kir: Kemal Kiliçdaroglu namzetê serokomariyê ye

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu weke namzetê serokomariyê yê Hevpeymaniya Miletê hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu weke namzetê serokomariyê yê Hevpeymaniya Miletê hat ragihandin.

Îro li navenda Partiya Seadetê, civîna Hevpeymaniya Miletê ku ji CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Seadetê, Partiya Pêşerojê, Partiya DEVA û Partiya Demokrat pêk tê, di demjimêr 16:00an de dest pê kir û 4 demjimêr ajot.

Piştî civînê, serokên her şeş partiyan li ber avahiya navenda giştî ya Partiya Seadetê derketin pêşberî qerebalixa li ber avahiyê û di destpêkê de Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaogu axivî û ragihand: “Birêz Kemal Kiliçdaroglu serokomarê me ye.”

Piştî avaftina Karamollaoglu, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu axivî û got: “Em ji bo ku hemû rengên Tirkiyê li ser sifreyekê bînin ba hev, derketin rê. Ev sifre sifreya Xelîl Îbrahîm e. Me li ser nexşerêya derbasbûna sîstema bihêzkirî ya parlamenteriyê, li hev kir. Di dema derbasbûna sîstema bihêzkirî ya parlamenteriyê de, serokên giştî yên partiyên din, dê bibin cîgirên serokomar.”