Serokwezîr ji UNESCOyê daxwaz dike ku Herêma Kurdistanê wek endamê beşdar werbigrin

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 8ê Adarê, pêşwazî li Rêvebera Giştî ya UNESCOyê Odre Azulenin kir.

Rêvebera Giştî ya UNESCOyê Odre Azulenin xweşhaliya xwe nîşan da ku yekem car e serdana Herêma Kurdistanê dike. Azulenin derbarê kar û çalakiyên UNESCO yên li Iraq û Herêma Kurdistanê kurteyek pêşkêş kir, bi taybetî kar û projeyên xwe di warê parastun û nûjenkirina şûnwarên dêrîn û dîrokî yên Kurdistanê ku ji wan herî girîng Kelha Hewlêrê ye ku şûnwareke cîhanî ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê kar û çalakiyên UNESCOyê da ji ber parastina şûnwar û kelûpelên cîhanî û daxwaz jî kir ku Herêma Kurdistanê wek endamekî beşdar di rêxistona UNESCOyê de werbigre û Rêvebera Giştî ya UNESCOyê jî, soza hevkarî û piştevanîkirina Herêma Kurdistanê da bi hevahengiya ligel hikûmeta federal.

7
675
78
768