Dadgeha Destûrê roja xweparastina HDPê paş xist

Biryar bû di 14ê Adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parastina xwe pêşkêşî Dadgeha Destûrê bike, lê li ser daxwaza HDPê, Dadgeha Destûrê vê rojê heta 11ê Nîsanê paş xist.

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar bû di 14ê Adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parastina xwe pêşkêşî Dadgeha Destûrê bike, lê li ser daxwaza HDPê, Dadgeha Destûrê vê rojê heta 11ê Nîsanê paş xist.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê di 17ê Adarê ya sala 2021ê de doza girtinê li HDPê vekiribû û ji bo vê daxwaza xwe serî li Dadgeha Destûrê dabû.

HDPê berî niha ji Dadgeha Destûrê xwestibû ku biryara xwe ya li ser girtina HDPê piştî hilbijartinan rabigihîne.

Herwiha Dadgeha Destûrê di 5ê Çileyê de biryar dabû ku hesabên alîkariya darayî ya HDPê were blokekirin.

Îro 9ê Adarê, Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, bi piraniya dengan, blokeya li ser hesabê xezîneyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rakir.

Daxwaza HDPê ya derbarê rakirina vê blokeyê, ji aliyê Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ve hat nirxandin.

Dadgehê biryara blokekirina hesabê alîkariya darayî ya HDPê betal kir. Hat diyarkirin ku biryar li hember 7 dengan, bi dengên 8 endamên dadgehê hatiye dayîn.