HSD: 9 şervanên me ji ber ketina du helîkopteran şehîd bûn

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê ketina xwarê ya helîkoptera li Duhokê ragihand, "9 şervanên me di encama ketina du helîkopteran de şehîd bûn."

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê ketina xwarê ya helîkoptera li Duhokê ragihand, "9 şervanên me di encama ketina du helîkopteran de şehîd bûn." HSDê eşkere kir ku helîkopter ji ber rewşa nebaş a hewayê ketiye û ji rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku ji bo vegerandina termên wan bo Rojavayê Kurdistanê alîkar bibin.

Îro Înê 15ê Adara 2023an, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek derbarê bûyera ketina xwarê ya helîkopterê li Duhokê belav kir û ragihand: “Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAIŞê de, yekîneyek ji yekîneyên Antî Teror (YAT) ên girêdayî hêzên me berê xwe da Başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Li gor daxuyaniya HSDê, di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê di êvara 15ê Adara 2023an de, "du helîkopterên ku şervanên me vediguhestin wê heremê, ji ber rewşa ne baş ya hewayê ketin xwarê û 9 şervanên me bi fermandariya Fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê şehîd bûn.”

HSDê di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku “ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” alîkar bibin.

Ev di demekê de ye ku roja Pêncşemê 16ê Adara 2023an, Parêzgarê Duhokê Elî Teter derbarê helîkoptera ku li gundê Berkiyat a girêdayî navçeya Çemankê ya Duhokê ketibû xwarê daxuyaniyek da.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter got, “Helîkopterek ket û helîkopterek ji herêmê dûr ket. Hêzên ewlehiyê lêkolînên xwe yên derbarê bûyerê de berdewam dikin.”

Elî Teter destnîşan kir ku cureya helîkopterê hatiye ragihandin, lê heta niha nayê zanîn ya kîjan welatî ye û ti helîkopterek bi vî rengî li cem ti hêzeke Kurdî nîne.

Parêzgarê Duhokê diyar kir, kesên di nava helîkopterê de, çekdarên PKKê bûn, lê nayê zanîn kîjan welat dê ew bibirana çi welatekî din.