Li Rihayê 25 endamên HDP û DBPê hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê 25 kes hatin desteserkirin ku hejmarek ji wan berpirs û endamên HDP û DBPê ne.
Hat ragihandin ku li navçeya Pirsûsê ya ser bi parêzgeha Rihayê, hêzên ewlekariyê îro danê sibê avêtine ser malan û 25 kes desteser kirine ku hejmarek ji wan endam û rêveberên HDP û DBPê ne.
Polîsan, kesên desteserkirî birine Asayîşa Rihayê û nahêlin heta 24 saetan parêzerên xwe bibînin.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarî ya Pirsûsê, desteserkirî bi endamtiya PKKê, dabînkirina pere ji bo PKKê tên tohmetbarkirin.