Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya guftûgoyên li ser mijara petrolê, ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya guftûgoyên li ser mijara petrolê bi Hikûmeta Iraqê re, îro 28ê Adara 2023an ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

Da zanîn jî, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Samanên Sirûştî yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omîd Sebah pêk tê.

Duhî Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Cho Kijong kiribû û di wê hevdîtinê de behsa dawîn gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê mijarên petrolê û bûdceyê de kirin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Darayî û Aboriyê, “Wezîrê Darayî û Aborî got, divê pirsgirêka petrolê di çarçoveya rêkeftina siyasî ya di navbera aliyên hevpeyman ên ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê de were çareserkirin, ku bû sedema pesendkirina projeyasaya bûdceyê li Encûmena Wezîrên Iraqê û cibicîkirina pişka Herêma Kurdistanê.