Wezareta Pêşmerge: Em ligel Tîma Alîkariya Asayîşê ya Konsulxaneya Amerîkayê û Hevpeymanan civiyan

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, ew ligel Berpirsê Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî û Berpirsê Tîma Alîkariya Asayîşê ya li Konsulxaneya Amerîkayê civiyane.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di civînê de tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya Amerîkayê û hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û hevkarî û hevahengiya wan ligel hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hat kirin, bi armanca piştgirîkirina li hewldanên wezaretê di mijara çaksazî û rêkxistina hêzan de.

Di beşeke din a civînê de, pêngavên dema borî ya wezaretê ji bo pêkanîn û destbikarkirina herdu firqeyên 1 û 2 yên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin, ku di dema borî de biryar li ser hatibû dayîn û piraniya karên wê ji aliyê îdarî ve bi dawî hatine. Di heman demê de tekezî li ser cîbicîkirina rêkarên nû yên ji bo serxistina vê mijarê hatiye kirin.