Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê: Iraq ji ber binpêkirinan dê tazmînatê bide Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyê ragihand, di doza navbera Iraq û Tirkiyê de ku Dadgeha Navbeynkar a Odeya Bazirganiya Navdewletî ya li Parîsê (ICC) dihat dîtin, biryar hatiye dayîn ku Iraq tazmînatê bide Tirkiyê.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyê roja Sêşemê 28ê Adara 2023an bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand di doza navbera Iraq û Tirkiyê de ku li Dadgeha Navbeynkar a Odeya Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê dihat dîtin, ji 5 daxwazên Iraqê 4 ji wan hatine redkirin û piraniya daxwazên Tirkiyê hatine pesendkirin. Wezaretê diyar kiriye ku di dozê de biryar hatiye dayîn ku Iraq Tirkiyê qerebû bike.

Di daxuyaniyê de ameje bi wê yekê hatiye dayîn ku ew doz geşedaneke lihevnekirina rêvebirina  petrolê ya di navbera Hikumeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ku salên dirêj in berdewam dike.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye: “Piştî belavbûna nûçeyên ku Iraqê doza di navbera welatê me û Iraqê de li Odeya Bazirganiya Navdewletî (ICC) dihat dîtin qezenc kiriye, pêwîstî bi wê yekê hatiye dîtin ku raya giştî bê agahdarkirin.

Herwiha diyar kiriye: “Tirkiye wek hevbeşeke girîng a gelek projeyên navdewletî yên enerjiyê  her carekê  bi zanebûna berpirsyariyê tevgeriyaye. Welatê me tevî hemû nearamiya li navçeyê ji sala 1973an ve ji bo ku xeta Boriya Petrolê ya Iraq-Tirkiyê çalak bihêle bi milyaran dolaran xerckirine û her sûdeke pêdivî li parastina aramiya bazara cîhanî ya petrolê kiriye.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka heyî bi rêyên dostane hem ligel aliyên peywendîdar hem jî ligel welatên peywendîdar gelek hewildanên dîplomasî dane.”

Wezaretê eşkere kiriye: “Di asta niha ya dozê de şanda dadgehê, ji 5 daxwazên Iraqê 4 ji wan redkirine. Piraniya daxwazên welatê me jî pesendkirine û ji ber van binpêkirinan  biryar daye ku Iraq Tirkiyê qerebû bike.”

Herwiha diyar kiriye: “Tirkiye wek her carê bo bicihanîna pêdiviyên  hiqûqa navdewletî  û çareserkirina mayînde ya  pirsgirêka di navbera aliyên sereke de,  bo gihandina her cûre sûdekê amade ye.”