Li Semsûrê welatî di bin çadiran de meha Remezanê derbas dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bajarê Semsûrê ku êdî bajarekî kavilbûyî yem welatî piştî erdhêjê, di yekem meha Remezanê de, li wî bajarî hewla berdemiya jiyana xwe û bicîhanîna pêwsitiyên baweriyên xwe didin.

Li Semsûrê peydakirina konteyneran wek luksekî ye û di çadir û ciyên din yên demkî de, welatiyên li Semsûrê bi alîkariyên ku tên dayîn û derfetên xwe yên kêm fetar û paşîvên xwe dikin.

Çadirên ku lê fetar û paşîv tên belvkirin, di meha Remezanê de, ji bo bi deh hezaran welatiyan navnîşanên mîsoger in.

Serokê Rêxsitina Partiya Saadêtê ya Semsûrê Haşîm Masûk ji K24ê re got: “Ji roja çaremîn a erdhêjê ve em li vir in. Vê çadira me hezar metrekare ye. Dema ku me vê çadirê çêkir, me xwes ku welatî xwarina xwe li nav bi rihetÎ bixwe. Me vê rêzê jî ji bo kesên ku nşikarin werin û li vê derê fetar bikin, yên zarok û nexweşên wan hebin veqetandiiye. Dema ew jî kabên xwe tînin em xwari didin ew jî ji bo xwe dibin. Yên dikarin li vir fetar bikin jî tên liv ê dera fetar dikin.”

Welatiyên ku avahî û malên wan di erdhêjê de rûxiyane û bi derfetên xwe debara xwe dikin jî, balê dikşînin ku li bajêr tu mirovekî nikare ku mercên jiyana normal peyda bike.

Welatî Mahmût Kahraman dibêje: “Beriya erdhêjan di meha Remezanê de, bazarên me geşbûn, hemû dikan heta paşîvan vekirî diman ku ez jî dikandar bûm. Lê niha ne bazar maye, ne jî kes li bazarê maye. Bajêr gişt xirabe ye, miilett gişt reviyan çûn. Baawerim ji %30 welatiyên me di erdhêjê de canê xwe jidest dan. %30 jî bajêr terk kirine ku şertên jiyanê êdî liv ir nema ye. Niha teqrîben %40 yên mane jî, gişt li çadiran dimînin. Xaniyê min 170-180 metrekarebû, vê konteynera 12 metrekare ye û ez û birayê xwe lê dimînin.”

Li bajarê Semsûrê ku êdî çi jê mabe, em li konteynirekî ne ku niha ji %80-90ê welatiyên li vir li konteynir û çadiran dimînin. Me got ku ka gelo şîv û paşÎva xwe çewa dikin? Bi rastî şîv û paşîv li vir bi dilêşî, bi dilşikestî û li gor usulên Remezanê her kes hewl dide ku pêwistiyên baweriyên xwe bicîh bikin.