Kiliçdaroglu: Em ê pêwendiyên xwe ligel Şamê asayî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedê Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, eger ew di hilbijartinan de bi ser bikevin, ew ê pêwendiyên Enqere bi Şamê re asayî bikin.

Namzedê tifaqa Milet a ji bo hilbihartinên serokomartiya Tirkiyê Kemal Kilicdaroglu îro 29ê Nîsanê di gotarekê de li Qeyseriyê got, eger ew di hilbijartinên Tirkiyê de bi ser bikevin, ew ê di heyama kêmtirî du salan de, pêwendiyên Tirkiyê ligel Şamê asayî bikin.

Kilicdaroglu got: “Em ê têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re asayî bikin, li herdu welatan balyozxaneyên xwe vekin û hemû welatiyên Sûriyê yên li Tirkiyeyê dijîn ku hejmara wan ji 3 milyonî zêdetir e, vegerînin.”

Kemal Kilicdaroglu ku yek ji serkirdeyên opozîsyona Tirkiyê ye, di hilbijartinên 14ê Gulanê de, hevrikê tund yê Serokomarê niha Recep Tayyîp Erdogan e.