1ê Gulanê li Diyarbekirê li Qada Şêx Seîd hat pîrozkirin

Sendîkayên Kedkaran, saziyên pişeyî û partiyên siyasî bi fîlemayên xwe li Qada Şêx Seîd civiyan û Yekê Gulanê pîroz kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - 1ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê li Diyarbekirê jî bi girseyî hat pîrozkirin. Sendîkayên Kedkaran, saziyên pişeyî û partiyên siyasî  bi fîlemayên xwe li Qada Şêx Seîd civiyan û Yekê Gulanê pîroz kirin.

Pîrozbahiya Yekê Gulanê ya Diyarbekirê li Qada Şêx Seîd bi girseyî hat kirin. Saziyên sivîl ku xwestin, bi lidarxistina meşê werin qada Şêx Seîd, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi qasî 2 demjimeran hatin dorpêçkirin, lê piştre, grûbên saziyên sivîl cuda cuda ber bi qadê ve meşiyan.

Beşdarên pîrozbahiyê bal kiaşndin ku îro li hemû cîhanê wek cejn tê pîrozkirin û nerazîbûna xwe ji bo astengiyên ku hatin derxistin ragihandin.

Nivîskar û Namzedê Partiya Çep a Kesk (YSP) Cengîz Çandar ji K24ê re diyar kir: “Ji bo min rojeke cuda ya pîrozbahiya Yekê Gulanê ye. Ez di pîrozbahiya 1977an ku xwîn hatibû rêtinde li ya Stebolê bûm û gelek car li ciyên cuda yên Tirkiyê û cîhanê beşdarî pîrozbahiyên vê rojê bûm. Li bajarekî Kurdistanê Amedê cara yekemîn e ku beşdar dibim. Roja Yekê Gulanê li hemû cîhanê bi azadî tê pîroz kirin, lê li vê derê di bin dorpêça hêzên ewlehiyê de em pîrozbahiyê dikin. Bi qasî kesên pîrozbahiyê dikin, hêzên ewlehiyê hatine. Hêvîdar im, em di 14’ê Gulanê de vê rewşê biguhêrin û saeke din, dîsa li vê qadê bi coş û azadî pîrozbahiyê bikin.”

Sekreterê Sendîkaya Karkerên Tendirustiyê yê Diyarbekirê Umit Umdu ji K24ê re ragihand: “Daxwaziya me ya serekî xwezî me bikariye Yekê Gulanê bi coş û li gor cejnê pîroz bikira. Niha jî hevalên me ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve tên astengkirin û nikarin werin qadê. Me jî li gel gelek astengiyan xwe gihande vê qadê. Daxwaziya me ya serekî bila di cejna me ya Yekê Gulanê de destwerdan li me nekin da ku em bikarin vê rojê bi coş û dilê xwe pîroz bikin.”

Partiyên Siyasî jî li derdora qada Şêx Seîd qirnefîl ji bo kedkar û karkeran diyarî kirin.

Cîgirê Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Mahmut Şevketoglu diyar kir: “Îro roja kedkaran û kedê ye. Em jî ji bo piştgiriya kedê û kedkarên ku hilberîn dikin li vê derê ne. Îro ji bo piştgiriyê bidin kedkaran em kirnefîl belav dikin ku wateya kirnefîlê li vê erdnîgariyê melûm e. Me jî xwest em wiha pîrozbahî li wan bikin.”

Di pêvajoya hilbijartinan de li Qada Şêx Seîd kelecan û coşa Yekê Gulanê heye. Li gel hin astengiyên ku hatin derxistin jî saziyên sivîl û partiyên siyasî li qada Şêx Seîd civiyane û Yekê Gulanê pîroz dikin.