Namzedê YSPê: Em ê li Enqerê 5 parlamenteran derbixin

Ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê ji du hefteyan kêmtir dem maye û partiyên siyasî zêdetir giraniyê didin bajarên mezin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Berev bi nêzîkbûna hilbijartinan partiyên siyasî giraniya xwe daye ser bajarên mezin û metropolan. Ji ber vê yekê li gel deshilat û muxalefetê Partiya Çep a Kesk (YSP) jî bi îdîa ye ku li bajarên mezin taybetî li Enqerê hejmareke zêde parlementeran derbixe. Namzedên YSP bi îdîa ne ku dê hejmarek parlementeran ji Enqerê derbixin.

Ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê ji du hefteyan kêmtir dem maye û partiyên siyasî zêdetir giraniyê didin bajarên mezin. Yek ji wan bajaran Enqereya paytexta Tirkiyê ye ku 36 parlementeran rêdike parlementoya wî welatî. Heta niha Tifaqa Cumhur ya deshilatê 20, Tifaqa Miletê ya muxalefetê 15 û Tifaqa Ked û Azadiyê ya HDPê jî 1 parlementer derdixist. Lê belê vê carê Tifaqa Ked û Azadiyê bi îdîa ye ku hejmara parlementerên xwe zêde bike

Namzedê YSPê yê Çerkez dibêje ev bi salane pirsên çerkezan nayên parlementoyê û îsal ew ê li Enqerê nûnertiya Çerkesan bikin.

Namzedê YSPê yê Enqerê yê Çerkes Metîn Kiliç ji K24ê re diyar kir: “Li vî welatî rabirdûya 160 sal ya Çerkesan heye û mixabin bi asîmîlasyon û qirkirineke çandî re rû bi rû ne. Ji bo ku em ziman û kelepora çerkesan bigehînin nifşê nû em tevdigerin. Heta niha di parlementoyê de tu parlementerekî çerkes dernekete û behsa van kêşeyan nekir. Li gorî demên borî eleqeyeke gellek zêde ji bo me heye û emê nûnertiya Çerkesan li parlementoyê bikin.”

Namzedê YSPê yê Enqerê yê Kurd jî dide zanîn ku bi çend sedemên sereke ew ê hejmara parlementerên xwe li Enqerê zêde bikin.

Namzedê YSPê yê Enqerê Îhsan Seylan diyar kir: “Emê 5 kesan derxin ji vê derê, baş derbas dibe. Gelê me yê ji Kurdistanê hatiye ji her derê hatiye yên Elewî yên bindest mane kesên her derê de bêdeng mane derdora me kom bûne. Hêviya wan ji me ye gel azadiyê dixwaze, gel nanê xwe dixwaze. Gel ketiye tengasiyeke nava nan û azadiyê de deshilata heyî gelê me zehf xistiye tengasiyê gelê me firehiyê dixwaze.”

Tifaqa Ked û Azadiyê di 10ê Gulanê de, Tifaqa Milet ya muxalefetê jî di 12ê Gulanê de mitînga xwe ya herî mezin ya Enqerê lidar dixin û bi îdîa ne ku dê li Enqerê bandora xwe zêde bikin.

Beramberî vê yekê rayedarên Tifaqa Cumhur û Ak Partiyê jî ku 30ê Nîsanê de mitînga xwe ya herî mezin li Enqerê li dar xistin bi bawerî dibêje ku ev vê carê jî li paytexta Tirkiyê bibin partiya yekem û herî kêm 25 parlementeran werbigrin.