TMMOB: Çand û dîroka Kurdan di serdema qayûman de hatine armanckirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Yekîtiya Jûrên Endezyar û Avahisazên Tirk (TMMOB) ên Diyarbekirê, rapora binpêkirin û gendeliyên ku di serdema qayûman de, li bajêrên bakûr û Tirkiyê hatine kirin, ji bo raya giştî ragihandin. Rapor a ku ji aliyê pêkhateyên TMMOBê ve hat ragihandin de, bal hat kişandin ku saziyên xizmetên bi Kurdi didan, nav û remzên ku nirxên Kurdan bûn û çand û hunera Kurdî bi giştî di serdema qayûman de hatiye armanc kirin û çavkaniyên aborî jî, ji bo rant û refdarên desthilatê hatine pêşkêş kirin.

Jûrên ser bi TMMOBê ve, li Diyarbekirê bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî raporeke giştî li ser kirinên qayûman ku ji 2016’an ve bune sedema têkçûyînan çand, huner, dîrok û nirxên Kurd û Kurdistanê bi rêya çapameniyê ji bo raya giştî ragihandin.

Endezyar û avahîsaz radigihînin ku wan binpêkirin û gendeliyên qayûman di 130 sernivîsan de tomar kiriye û bale dikşînin ku êriş li kîjan nirxan hatibe kirin, divê Kurd jî li wan nirxên xwe betir xwedî derbikevin.

Hevserokê Jûra Avahîsazan a Diyarbekirê Ferît Kahraman ji K24 re got: “Dema ku em vê taxrîbatê dibîne, divê em li çand, dîrok, huner û zimanê xwe xwedî derbikevin. Jixwe tiştên ku qayûman kiriye armanc ev mijar in. Yanî em dinihêrin ku tiştên ji bona vî gelî dîrokê çê dike, heta ji destên wan tê, dixwazin wan bikin armanc û têkbibin.”

Yek ji namzetê hilbijartinên parlamenteri jî, tîne ziman ku heta li gor krîterên Kopenhagê, rêvebirên xweser yên heremî pêk neyên û destûra heyî ya Tirkiyê bi destûreke bingehîn a nû re neyê guhartin, dê hemû nirxên Kurdan, li Tirkiyê û bakûr her di bin xetereyan de bin. 

Namzetê Parlamenterî Yê YSP’ê yê Diyarbekirê Azad Bariş got: “Ji bona ku feraseta gel bikeve nava damezrandina Komara nû ya duyemîn; emê projeyên nû yên demokrasiye pêk bînin û yek ji wan jî dê ev be, heta ku parêzgar û qaymeqam jî ji aliyê gel ve neyên hilbijartin, di pergala heyî de, dê her tim ev tirs û metirsî berdewam bike.” 

Rêvebirên TMMOBê ragihandin ku gendeliyên ku bi destên qayûman hatine kirin, ji aliyê peywirdarên Dadgeha Jimaryarî ya Tirkiyê ve hatibin destnîşankirin jî, ji aliyê hiqûqî ve tu gavekî nehatiye avêtin.

Yekîtiya Jûrên Endezyar û Avahîsazan, bi civînekî û bi 130 sernivîsan kirinên qayûman ku li bajêrên qayûm bo wan hatine avêtin ji bo raya giştî aşkere kirin. Di wê raporê de bal tê kişandin ku çand, dîrok û hemû nirxên Kurdan di serdema qayûman de hatine armanckirin.