Sê partiyan piştgiriya xwe ji bo banga Serok Barzanî nîşan dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê ku ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê pêk tê, piştgiriya xwe ji bo banga Serok Barzanî ya civîna aliyên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan radigihîne. Aliyên siyasî ji bo hevdîtinan û destpêkirina diyaloga neteweyî amade ne.

Serok Mesûd Barzanî roja 11ê Culana 2023an di merasima vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de, peyamek pêşkêşî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku rûpeleke nû vekin û berî 18ê vê mehê civîneke berfireh lidar bixin û hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin.

Serok Barzanî got jî: Berî vê civînê ez daxwazê ​​ji her du polîtboruyên YNK û PDKê dikim ku bicivin û nakokiyan nehêlin û atmosfereke guncaw bo civîna berfireh peyda bikin.

Di daxuyaniya Komîteya Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê de hat gotin: “Komîteya Karê Hevbeş a Partiya Çep a Kurdistanê civîna partiyên siyasî ku mijareke aktuel e, girîng dibîne. Di vê rewşê de divê bi beşdariya hemû aliyên siyasî diyalogeke vekirî bê kirin. Di civîneke de tevahiya aliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, proseya siyasî, gotara Yekîtiya Kurdistanê û pirsa lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê binirxînin û biryarên pêwîst derbarê wan de bidin.”

Amaje bi wê kir jî: “Ji bo lihevkirina li ser asta nizim a bernameyeke hevbeş a Kurdistanî ji bo rûbirûbûna her eger û pêşhatekê, di heman demê deji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û aktîvkirina Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê bi awayekî ku baweriya hemû aliyan bê hebe û her wiha nivîsîn û biryardana li ser destûra Herêma Kurdistanê jî, Komîteya Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê amade ye ku bi aliyên siyasî re bicive û dest bi diyaloga niştimanî bike.”