Îmamoglu û Yavaş: Bi egereke mezin hilbijartin dimîne bo gera duyem

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş derbarê encamên hilbijartinê de axivîn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş derbarê encamên hilbijartinê de axivîn.

Ekrem Îmamoglu da zanîn ku dengên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku di destpêkê de bilind hatin nîşandan, her ku diçe kêm dibe û got: “Li gorî daneyên heyî dengê serokê me ji sedî 49, dengê Erdogan jî derdora ji sedî 45 e.”

Îmamoglu ragihand: “Di daxuyaniyên ku me ji destpêkê ve dane de, rastî hêdî hêdî derdikeve holê. Manîpulasyona ku ji sedî 60 dest pê kir, daket ji sedî 45an. Niha 7 milyon û 500 hezar dengên ku neketine nava sîstemê hene.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş piştî Îmamoglû axivî û got ku bi egereke mezin hilbijartin dimîne bo gera duyem.