Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê: Ji sedî 99ê sindoqên navxwe hatine vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê amarên nû yên hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê aşkere kirin.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê Ahmet Yener di konferanseke rojnamevanî amarên nû yên hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê aşkere kir û ragihand, Recep Tayyîp Erdogan ji %49.40, Kemal Kiliçdaroglu ji %44.96, Sînan Ogan ji %5,20 û Muharrem Înce jî ji sedî 0,44 deng bidest xistine.

Ehmed Yener diyar jî kir û heta niha ji koma 192 hezar û 214 sindoqan, 192 hezar û 87 sindoq hatine vekirin û rêjeya vekirina sindoqan gihiştiye %99.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê got jî: “Li derveyî welat, 9 hezar û 594 sindoqên me hebûn, ji wan 8 hezar û 650 ji wan hatine vekirin û hezar û 529 sindoq jî nehatine vekirin.”

Roja Yekşemê 14ê Gulana 2023an hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê ji demjimêr 8:00 heta demjimêr 17.00ê êvarî hatin kirin û rêjeya beşdariyê jî %88.

Li gor yasayê, eger di gera yekem de her namzedekî serokomariyê zêdetir ji % 50 ê dengan bidest nexist, hilbijartin diçe gera duyem ku biryar e roja 28ê Gulanê di navbera her du namzedên ku herî zêde deng bidest xistin de were kirin.

Pêşbirka sereke di navbera namzedê tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan û namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu de ye, ji bo bigihin Koşka Çankayayê û 5 salan di posta serokomariyê de bimînin.