Siyasetmedarên Bakur: Dibe ku gotinên nijadperestî, Kurdan ji Kiliçdaroglu dûr bixe

Hilbijartina Serokomariya Tirkiyê ma gera duyem û tê mereqkirin gelo dê di gera duyem de jî Kiliçdaroglu bikare wek gera yekem dengên Kurdan bistîne?
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Hilbijartina Serokomariya Tirkiyê ma gera duyem û tê mereqkirin gelo dê di gera duyem de jî Kiliçdaroglu bikare wek gera yekem dengên Kurdan bistîne? Derbarê vê yekê de aliyek dibêje Kemal Kiliçdaroglu bi daxuyaniyên nijadperest Kurdan dûr dixe û aliyek dibêje dê dengên Kurdan biparêze.

Di gera yekem a Hilbijartina Serokomariyê de Recep Tayyîp Erdogan %49.52 û Kemal Kiliçdaroglû %44.88ê dengan bi dest xist û herdû namzed man gera duyem ku Kemal Kiliçdaroglû li Bakurê Kurdistanê dengek zêde ji Kurdan stand lê bi ser neket. Vê carê jî Kiliçdaroglû ji bo ku dengên xwe zêde bike û %50yê derbas bike daxuyaniyên netewperest dide da ku dengên netewperest bi dest bixe.

Ev yek vê pirsê tîne rojevê ku daxuyaniyên Kiliçdaroglû yên neteweperest dê dengên Kurdan ji Kiliçdaroglû dûr bixe an na. Di vê mijarê de beşek çavdêran dibêjin dê Kiliçdaroglû dengên Kurdan li cem xwe bigire û dê dengên xwe zêdetir bike.

Çavdêrê Siyasî Nacî Sapan ji K24ê re diyar kir: “Ez bawer nakim dengên Kurdan girêdayî daxuyaniyên netewperest bin. Bo pêşeroja Tirkiyeyê deng tê dayîn, ji ber wê dê gelek girîngî bi gotinên nijadperest newe dayîn.  CHP partiyek girseyî ye, di CHPê de her kes dikare nêrîna xwe bîne ziman, di CHPê de Kurd hene, mihafazakar hene, komunîst hene. Ji xwe Partiya Çep a Kesk jî li qadê ye û bo  Kiliçdaroglû dixebite ji ber wê jî dê Kurd dîsa dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.”

Aliyên Kurdistanî jî derbarê mijarê de balê dikêşin ku pêwîst bu ku gera yekem de Kurdan namzed nîşan bidana da ku bikaribana bo mafên Kurdan rûnin ser masê lê ji bo helwesta Kurdan ya derbarê hilbijartina serokomariyê de pêşbînîkirin zehmet e ku Recep Tayyîp Erdogan nêzîkî serkeftinê ye, lê Kemal Kiliçdaroglû jî bi ser bikeve dê nebe surprîz.

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanîfî Turan ji K24ê re diyar kir: “Eger me Kurdan gera yekem de namzedê xwe derxistiba dê ev encam derneketa holê. Ji ber ku herdû alî jî gotinên nijadperest bi kar tînin dibe ku ev yek Kurdan bixweyîdîne û beşek Kurd neçin ser sendoqan.”

Li aliyekê çavdêr dibêjin îhtîmal heye ku Kiliçdaroglu dengên Kurdan biparêze û li aliyekê jî îhtîmal heye ku bo bidestxistina %5 dengên nijadperestan %10 dengên Kurdan ji dest bide.