Serok Barzanî pîrozbahiyê li Erdogan dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê Tirkiyê, pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê Tirkiyê, pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

Êvara Sêşemê 30ê Gulana 2023an, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê Tirkiyê.

Roja Yekşemê 28ê Gulana 2023an, gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê birêve çû. Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK), Recep Tayyip Erdogan  di hilbijartinan de bi rêjeya %52.2 deng bi dest xistin û cardin wek Serokomarê Tirkiyê hat hilbijartin.

Li hember Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya %47.8 deng bi dest xistine.