Kurdek ji bo çareserkirina qeyrana aborî ya Tirkiyê hat erkdarkirin

Li Tirkiyê piştî ku encamên fermî yên hilbijartinan hatin ragihandin kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê jî hate ragihandin. Di kabîneyê de piştî heyameke dirêj careke din Mehmet Şîmşek wek Wezîrê Xezîne û Darayî hate diyarkirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê piştî ku encamên fermî yên hilbijartinan hatin ragihandin kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê jî hate ragihandin. Di kabîneyê de piştî heyameke dirêj careke din Mehmet Şîmşek wek Wezîrê Xezîne û Darayî hate diyarkirin. Bi nêrîna pisporan li pêşiya Şîmşek du armancên sereke hene û pêbawer e. Lê aborînas karê Mehmet Şîmşek zor dibînin û xwedî îdiayên balkêş in. 

Di heyama ku li Tirkiyê di warê aborî de qeyranekê xwe daye der, ji ber enflasyonê nirxê kelûpelan her zêde dibe û dolar li hember lîreyê vî welatî her bi qîmet dibe pişt 8 salan careke din ji bo çakkirina aboriya Tirkiyê Kurdek hate erkdarkirin.

Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Recep Tayyîp Erdogan wek 13emîn Serokomarê Tirkiyê hate hilbijartin ji bo ku aboriya Tirkiyê de başbûnekê pêk bîne Mehmet Şîmşekê ku eslê xwe Kurdê ji bajarê Êliha Bakurê Kurdistanê ye wek Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê hate erkdarkirin. Şîmşek dema ku ev erk wergirt, ragihand ku ew ê bi polîtîkayê rasteqîn û pêbawer polîtîkayeke nû ava bikin.

Pisporên aboriyê diyar dikin ku li pêşiya Şîmşek destpêkê de armanceke sereke heye û hatina wî dê ji bo tevhiya herêmên derdora Tirkiyê sûdbexş be.

Pisporê Polîtîkayên Aboriya Navdewletî Doç. Dr. Alî Oguz Dîrîoz ji K24ê re diyar kir: “Piştî Serokomar Erdogan du kesên gelek girîng hene ku her du jî Kurd in. Cevdet Yilmaz bo Cîgirê Serokomar û Mehmet Şîmşek bo Wezîrê Xezîne û Darayî. Yek Zaza, yek Kurmanc e.  Bêguman armanca sereke ya Şîmşek ew e pêşî baweriyê bide derdora xwe û veberhênanên biyanî. Pişt re bi banqeya navendî gav bi gav fazê zêde bike. Şîmşek dê hewl bide ji navendên fînansê yên Ewropa û Kendavê pere bîne Tirkiyê.

Beramberî vê yekê pisporên balê dikêşin ser rewşa aboriya Tirkiyê jî dibêjin di demeke nêzîk de eger heye Şîmşek û Erdogan bên beramberî hev.

Aborînas Musa Ceylan ji K24ê re diyar kir: “Heta ku polîtîkayên heyî yên aboriyê neyên guherîn hatina Mehmet Şîmşek çi guherînan bi xwe re naîne. Zêde bawer nakim ku tevî hebûna Erdogan, Şîmşek bikaribe politikaya faîzê biguherîne û banqeya navendî bêalî bike. Polîtîkaya heyî ya aboriyê temamî fikra Erdogan e. Herwiha di rewşa heyî de deynê Tirkiyê yê derve 56 milyar dolar û destê Tirkiyê de bo çaksaziyan pere nîne. Di heyameke nêzîk de dibe ku Şîmşek dev ji kar berde ya jî bi destê Erdogan ji ser kar bê dûrxistin.”

Piştî ku Mehmet Şîmşek dest bi karê xwe kir, Euro û Dolar reaksiyon nîşan dan û rekor li ser rekor şikandin. Tevî ku enflasyona Tirkiyê ji sedî 42an daketibe ji sedî 39an jî dolar hemberî lire bû 21.12,  Euro jî nêzî 23ê lire ye. Polîtîkaya Mehmet Şîmşek bo daxistina Enflasyon û Dolar dê çibe rojên bê dê ji raya giştî re bê eşkerekirin.